Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên berfireh yên gelên Îranê yên li dijî rejîmê li derveyî welat

12:13 - 14 Kanûna pêşîn 2022

Gelên Îranê yên rûniştiyên welatên Ewropayê, bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê ya li dijî rejîmê û dijkiryara li dijî sepandina cezaya îdamê, meşên nerizayetî yên berfireh lidar xistin.

Di berdewamiya rewta serhildanên gelên Îranê ya li dijî Komara Îslamî, hejmarek xuya ji welatiyên  Îranê yên li derveyî welat li dijî rejîma Îranê û bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê bi dana siloganên li dijî Xamineyî û desthilata wî, di xwenîşandanek berfreh de ji civaka cîhanî daxwazkirin ku Komara Îslamî dest havêtiye bi kuştina xwenîşanderên binçavkirî û ev jî yekek din li cinayetên wê rejîmê ye û ku dibe pêşî pê bê girtin.

Ew welatên ku xwenîşandan wir hatine lidar xistin wiha ne: Almanya, Awustralya, Îtalya, Brîtanya, Zelanda Nû, Swêd, û gelek welatên din jî, li dijî Komara Îslamî ya Îranê xwenîşandanên girseyî lidar xistine.

Herwisa berpirsên welatên han jî piştevaniya xwe ji serhildana gelên Îranê ya li dijî Komara Îslamiya Îranê ragihandine û peyama xelkê nerazî bihîstine û dizanin ku ev rejîm li dijî xelkê Îranê mijûlî cinayetan ne.