Xelkê xebatkar yên Kurdistanê!
Cewamera Kurdên li derveyî welat!
Di heyama rojên derbasbûyî de, daxwazkariyek li ser navê “Komeleya xweyîbûn- bûn” li ser torên civakî û di nav çalakvanên derveyî welat de hatiye belavkirin û di naveroka vê de bas ji vê yekê hatiye kirin ku wan bi Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê pêwendî girtine û bi piştevaniya Navenda Hevkarî daxwaza komkirina pere bi navê xelkê Rojhilat û çalakvanên siyasî yên rojhilat li Başûrê Kurdistanê kirine.
Wirda weke Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, vê daxwazkariyê red dikin û radigihînin ku ev alî dûr û nêz ti eleqeyek bi Navendê ve tune ye û vê kiryarê jî şermezar dikin ku li ser navê Navendê alîkariyên malî bo mebestên tak kom dikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
23`ê Sermaweza 1401`an
14`ê Kanûna Pêşîna 2022`an