Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînên Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat digel endamên birêveberiya Komîteya Hizbê li Swîre

10:41 - 15 Kanûna pêşîn 2022

“Mistefa Hicrî” di civînê de, ya digel endamên Komîteya Hizbê li Swîsre, yekgirtina refên Partiya Demokrat û komek rêniwînî û pêşniyarên taybet bona birêvebirina karûbarên Hizbê bas kir.

Roja Sêşemî rêkevta 22`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel komek endamên birêveberên komîteya Hizbê yên li Swîsre civiya.

Di vê civînê de, di destpêkê de “Mistefa Hicrî” digel endamên komîteya Hizbê ya li Swîsre, li ser pirsa yekgirtina refên Partiya Demokrat axavt.

Her di vê pêwendiyê de, navbirî bas ji vê yekê kir ku, yekgirtina  refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yek ji hewcehiyan bû ku diviya bigihîşta encamê. Yekgirtina Partiya Demokrat gur û coş da bi xebat û tekoşînê hem hundr û hem jî li derveyî welat.

“Mistefa Hicrî”, di vê civînê de komek rêniwînî û pêşniyar bona birêvebirina karûbarên Hizbê di vê qonaxê de bas kir.

Herwisa di beşek din a axavtinên Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat, bi hûrî li derheq beşa pêwendiyan û hewcehiya amadebûna vê beşê di kar û çalakiyên dîplomasî di wan rojan de bas kir û daxwaz kir ku di paşerojê de bi amadebûna çalak a jinan pêka lêhatîbûn û şarezayî di kar û çalakiyên dîplomasî yên Hizbê de amadebin.

Di beşek din a vê civînê de, “Mistefa Hicrî” bersiva pirs, rexne û pêşniyarên endamên birêveberiya komîteya Hizbê da.