Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Robert Malley: “Rola çalakvanên mafên jinan û mafê mirov li dengdana îro gelek girîng bû”

10:44 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Nûnerê taybet ê Amerîka li karûbarê Îranê “Robert Malley” li derheq çalakvanên mafên jinan û mafê mirovî de got: “Rola çalakvanên jinan û mafê mirovî di dengdana îro de bo derxistina komara Îslamiya Îranê ji Komîsiyona Jin a Saziya Neteweyên Yekgirtî, gelek girîng bû û ev yeka peyamek rohn bo jin û keçên Îranê ye”.

Her di vê derheqê de Serokwezîra Austarliyayê “Jacinda Ardern” daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de daye ragihandiye: “Êdî ti îmkanek bo endambûna Îranê di vê Komîsiyonê de nemabû”.

Herwisa navbirî tevî dilxweşbûna xwe ji dersxistina rejîma Îranê ji vê Komîsiyona Saziya Neteweyên Yekgirtî de got: “ Bi bi berçavgirtina rewşa binpêkirina mafê mirov di Îranê de û tundûtîjiyên bi dom li dijî jin û keçan, êdî hêja nebû ku Komara Îslamî endamê vê Komîsiyonê bimîne”.