Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiya tex û qatên cuda yên civakê li tev bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê

11:20 - 2 Kanûna pêşîn 2022

Banghêjiya tex û qatên cuda yên civakê li tev bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tev tex û qatên cuda yên civakê bi awayên cuda li derheq mangirtin û kombûnên nerizayetiyê banghêjiyên cuda belav kirine.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de li Sîstan û Belûçistanê heta bajarên navendî yên Îranê û tev bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda û ji aliyê tex û qatên cuda yên civakê bo rojên “14, 15 û 16”ê Sermawezê banghêjî hatine belav kirin.

Di wan banghêjiyan de ku li tev bajaran hatine belavkirin daxwaz hatiye kirin ku di wan 3`ê rojan de bi awayekî berdewam û seranserî dukan û bazar bên daxistin û manbigirin û ji aliyek din ve jî bi awayekî seranserî xelk bêne ser şeqaman û li dijî cinayetên rejîmê û herifîna rejîmê xwenîşandanan lidar bixin û yekîtî û yekbûna xwe li hember dijmin bidin nîşandan.