Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îlam: Komara Îslamî Sonya Şerîfî bi tohmeta “Şer li dijî xwedê” ceza kir

11:11 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Hêzên serkutkar yên rejîma Îranê, Soniya Şerîfî ya 17 salî ya xelkê bajarê Abdanana ser bi Îlamê ku di meşa xwenîşdananên seranserî yên Kurdistan û Îranê de beşdarî kirbû, bi“şer li dijî xwedê” tohmetbar kir.

 Herwisa Soniya temen 17 salî di heyama binçavkirinê de, ji mafê destnîşankirina parêzer hatiye bê parkirin û bi nav dadgehên rejîmê pêşî ji diyarî kirina parêzer ji aliyê wê keça Kurd ve girtine.

Pêka gotina çavkaniya agehdar, Şerîfî di yek ji tayên lêpirsîn yên dadgeha Şoreş a bajarê Îlamê de bi tohmeta “Şer li dijî Xwedê” hatiye cezakirin.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku, hêzên ewlehî û serkutkar yên rejîmê, bona vergirtina îtrafên bizorê, givaş xistine ser vê keça dersxwan a 17 salî.

Soniya Şerîfî pola duyem ya xwandinehê diqetîne, lê, niha di navenda çaksaziya Îlamê de dijî.

Şeva Şemî 28`ê Xezelwerê, Soniya Şerîfî ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatiye binçavkirin.