Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehla Pêyxamî dayîka her du birayên Tehazade bo îdareya îtla`ata Şinoyê hat gazîkirin

11:33 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Piştî ku Şehla Pêyxamî dayîka Ferzad û Ferhad Tehazed du birayên binçavkirî yên meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê ku, bo rizgariya zarokên xwe di vîdoyekê de daxwaza alîkariyê kirbû, îrdareya îtla`ata rejîmê ya bajarê Şinoy ev gazîkiriye.

Pêka çavkaniya agehdar, îdareya îtla`ata rejîmê, piştî çend demjmêran lêpirsîn ji Şehla Pêyxamî, jêra gotine ku ,nabe digel ti medyayekê di vê berbarê de hevpeyvîn bike.

Herwisa vê çavkaniyê ev yek jî zêde kiriye ku, Şehla Pêyxamî bona bi dûreçûna dosyeya zarokên xwe seredana dozgeriya bajarê Urmiyê kiriye û wir hêzên serkutkar yên rejîmê givaş xistine ser wê jina Kurd ku, divê navê kesê ku vîdyo jê girtiye eşkere bike.

Şehla Pêyxamî di vîdyoya ku belav kiriye de, ji xelkê daxwaz dike ku jiyana zarokên wê di metirsiyê de ye û alîkariya wê bikin. Ew dibêje ku zarokên wê bêsûç in û di bin îşkenceyê de neçar kirine ku îtrafên zorê bikin.

Herwisa vê çavkaniya haydar wiha got: Çendîn caran tomehên “Şer li dijî Xwedê” ji birayên Tehazade re hatiye ragihandin û ew neçar kirine ku belgeyan îmze bikin. Her wiha dadwerê dozgeriyê û parêzer destnîşankirî yê rejîmê jî, ji dayika birayên Tehazade re ragihandiye ku bila neçin dozgerî û dadgehê û bi sûcê “şer” tiştek nayê kirin.