Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya “I News” nivîsandiye divê rojava bîr ji guherîna rejîma Îranê bike

11:42 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Rojnameya Berîtanî a bi navê “I Newas” di babetekê de nivîsandiye ku, divê welatên Rojavayî bi micidî bîr ji guherîna rejîma Îranê bikin û aştî û aramiyê bizivirînin bo deverê.

Roja Çarşemî 23`ê Sermawezê, rojnameya “I News” ya Berîtanî di babetek xwe de li ser dawî anîn bi rejîma Îranê nivîsandiye ku divê welatên Rojavayî bi micidî bîr li ser wê yekê bikin ku Komara Îslamî divê bê guhirîn û aştî û aramî bizivire bo deverê, Îranek sikolar û aştîxwaz bê avakirin û xelkê Îranê gelek têgihiştî û aşitîxwazin, lewma, hêja yê vê yekê ne ku welatek azad û asûde hebin.

Di berdewamiya babeta wê rojnameyê de hatiye ku, nabe Komara Îslamî ya Îranê digel ti deverek din bê berhevdanîn, ew rejîma di temenê xwe de xelk tepeser kiriye û di heman demê de jî aştî û asayîş li deverê de xistiye metirsiyê, lewma, welatên Rojavayî divê bi hemû awayekî hewl bidin ku dawî bi wê rejîmê bînin.