Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xwenîşandanên seranserî yên li Îranê 57 rojnamevan hatine binçavkirin

12:09 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Federasyona Navnetewî a rojnamevanan di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, di destpêka serhildanên seranserî yên gelên Îranê li dijî rejîma Îranê, aliyê kêm 57 rojnamevan ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê hatine binçavkirin, ku mijûlî rûmalkirina bûyerên xwenîşandanan bûne û herwisa ji berpirsên rejîma Îranê hatiye daxwaz kirin ku divê ew rojnamevan bên azadkirin û mafê azadiya gotina wan parastî be.

Wê  federasyonê di heyama mehên derbasbûyî de, ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz kiriye ku dawî bi binçavkirina rojnamevanan bînin û rojnamevanên binçavkirî jî di demek nêz de azad bike.

Herwisa hatiye ragihandin ku rejîma Îranê soz dabû ku wan rojnamevanan azad bike, lê, soza xwe cîbicî nekiriye û heta niha ew 57 rojnamevan bi sedema rûmalkirina serhildanên seranserî binçavkirîne.