Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicirî: Derxistina Komara Îslamî ji Komîsyona Pêgeha jinê li Saziya neteweyên Yekbûyî de pêngavek girîng e

12:45 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî” li ser rûlepa twîtera xwe li derheq derxistina Komara Îslamî ji Komîsyona Pêgeha jinê li Saziya Neteweyên Yekbûyî de nivîsî:

Derxistina Komara Îslamî ji Komisyona Netewên Yekgirtî ya Pêgeha Jinê, gaveke din a girîng e ji bo îzolasyona cîhanî ya vê rejîmê.

Ew biriyarnameya bi sedema binpêkariyên zêde û serkutên sîstematîk yên mafê jinan ji aliyê rejîma dije jin a Îranê hatiye pejrandin, û pêngavek din ber bi serkevtina “tevger Jîna”yê ye.

Wê destkevta mezin ji tev jinên pêşeng yên di tekoşîn bo herfîna rejîmê û hemû malbatên şehîdan û girtiyên siyasî û qurbaniyên tevgera sê mehên derbasbûyê re pîrozbahiyê dibêjim.

Bi hêviya serkevtina dawî