Mecîdxan Ebaspûr kurê Ezîzxan û xelkê gundê Enbî ya ser bi navçeya Tirgewera ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî Mecîd di malbateke neteweyî û xebatkar de jidayîk bibû û bavê wî jî li serdema Komara Kurdistanê de pêşmerge bûye.
Herwisa birayekî xwedêjêrazî yê bi navê Gencelî Ebaspûr, di sala 1362`an(1983`an) kadrê teşkîlata Hizbê bûye û piştî ku tê binçavkirin ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma dagîrkar ya Îranê ve, piştî heyama salekê li girtîgeha bajarê Urmiyê de, digel çend hevalên din yên xwe yên hizbî şehîd dibe.
Xwedêjêrazî Mecîd heya dawîn demên jiyana xwe emegdarê rê û rêbaza birayê xwe yê şehîd û hemû şehîdên Hizb û gel bû.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevxemê wan dizane.