Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî bi 29 dengên erê, li Komîsyona Pêgeha jinê hat derxistin

17:24 - 15 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 23ê Sermaweza 1401an a Rojî, li civîna Saziya Neteweyên Yekbûyî de, bi 29 dengên erê, biryara derxistina rejîma Îranê li Komîsyona Pêgeha Jinê, bi sedema tepeserkirina xwenîşanderên Îranê hat pejrandin.

Li derheq derxistina rejîma Îranê ji Komîsyona Pêgeha Jin a Saziya Neteweyên Yekbûyî de, “Kamala Harris” Cêhgira Serkomarê Amerîkayê jî, li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Ev dengê serkevtina xwenîşanderên Îranê û hemû kesên ku li kêlega wan in.

Navbirî nivîs wiha berdewam kiriye: Cîhan guhdarî dike û gavan dihavêje, dengê jin û keçên Îranê dê were bihîstin.