Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Parlemana Almanyayê; Daxwaza xistina Spaha Pasdaran di nav lîstê girûpên terorîstî de

10:27 - 16 Kanûna pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 24ê Sermawezê, parlemana Almaniyayê ji bo piştevanîkirin ji serhildana Îranê dixwaze Spaha Pasdaran, bi nav nûnerên meclîsa rejîmê û berpirsên bi nav Dezgeha Dad a rejîma Îranê li lîsteyê girûpên terorîstî yên Ewropayê zêde bike.

Her di vê derheqê de Serokwezîrê Almanê, Olaf Şûltz roja Pêncşemî 24ê Sermawezê li perawêza civîna Yekîtiya Ewropayê got: “Çi kesek teqe li xelkê xwe dike? Rejîma Îranê ye ku kiryarên wiha dike, û ji ber vê yekê em li hemberî wê rejîmê helwestê digirin û ya ku rejîma Îranê dike, nayê qebûlkirin.”

Ji despêka serhildana seranserî li Îranê, welatê Almaniyayê piştevaniya vê serhildanê kiriye û digel Yekîtiya Ewropayê, rejîma Îranê rastî dorpêçan aniye.