Roja Pêncşemî 24ê Sermawezê, bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê wêbînerek ji aliyê komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Danmarkê bo “Hesen Şerefî” Endamê Navenda Birêveberiya PDKÎ bi rê ve çû.
“Hesen Şerefî” di vê wêbînarê de li ser roja pêşmerge axivî û navbirî daye zanîn: “Pêşmerge ew kese ye ku bi xwebexş ve hatiye nav çepera xebatê û hemû kar û dahata xwe terxan dike bo armanca xwe û xwe dike gorî da ku xelkê wî bi başî bijî.”
Navbirî di berdewamiyê de got: “Roja Pêşmerge û Ala Kurdistanê roja sembola hebûna netewa me ye.”
Rêzdar Hesen Şerefî di beşeke axavtinên xwe de li ser pirsa yekgirtina malbeta mezin ya demokrat got, me bi bawer bi pirsa yekgirtin karî ew daxwaza xelkê û endamên hizbê bînine gorê û ji hemûyan girîngtir eva bû ku me bi xwe ew hewcehiye anî gorê û bi xweşî ve îro em hemû di çeperekê de bi hev re xebatê dikin û eva dilê gelek kesan xweş dike.
Beşek din ji axavtinên rêzdar “Hesen Şerefî” li ser meseleya Îran û deverê û ew rewşa niha bo Îranê hatiye pêş bû.