Ajansa Nûçegihaniya Hêrana dawî amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn ku ji 26ê Xermananê ve hevdem bi destpêkirina xwenîşandanan li Îranê, heta dawiya 24ê Sermawezê, 495 xwenîşander hatine şehîdkirin ku di nav de 68 zarok û nûciwanên bin 18 saliyê hene.
Hêrana di rapora amariya xwe de diyarî kiriye ku 18,426 xwenîşander hatine girtin ku nasnameya 3,882 kesan hatiye eşkerekirin.
Di wê midehê de xelkê 161 bajarên Îran û Kurdistanê li dijî rejîma Îranê xwenîşandan kirine û di 144 zanîngehan de xwendekaran jî xwenîşandan kirine ku 637 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Ji aliyek din ve Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê dawî amara xwe ya şehîdên serhildna Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye ku 119 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine şehîdkirin.
“Kurdpa”yê daye zanîn ku 12 serhildêrên hatinî şehîdkirin temenê wan bin 18 saliyê bûye û 5 ji wan şehîdan jin bûne.