Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tekezkirina Amerîka û Firansayê bo piştevanîkirin ji gelên Îranê yê serhildayî

11:21 - 2 Kanûna pêşîn 2022

“Joe Biden û Emmanuel Macron” bivêriya gelên Îranê bo bidestxistina azadî û gihîştin bi mafên xwe bilind nirxandin û li derheq piştevaniya xwe bo gelên serhildayî yên Îranê dubare kirin.

Piştî seredana Serkomarê Firansayê “Emmanuel Macron” bo Amerîkayê, ya roja Pêcşemî 10`ê Sermaweza 1401`an, serkomarên herdu welatan di konferanseke rojnamevaniya hevpar de, tevî dubarekirina piştevaniya xwe ji gelên serhildayî yên Îranê re, tekez kirin ku bi hemû şêweyî rû bi rûyê gefên vê rejîmê dibin.

“Joe Biden”, serkomarê Amerîka û “Emmanuel Macron” serkomarê Firansayê, di vê konferansa rojnamevaniyê de, tevî îşarekirin bi bivêriya xelkê Îranê bitaybet jin û ciwanên wî welatî ya piştî kuştina bizanebûna “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ragihandin ku, em rêz û hormetên xwe ji xelkê serhildayî yên Îranê re pêşkêşî dikin ku bo bidestxistina azadî û gihîştin bi mafên xwe rû bi rûyê vê rejîma serkutkar dibin.

Herwisa di dawiya vê konferansa rojnamevaniyê de, serkomarên herdu welatan, li ser vê yekê tekez kirin ku em hemû hewlên xwe didin ku rejîma Îranê li endametiya Komîsyonê ya cih û pêgeha jinê ya li Saziya Neteweyên Yekbûyî de vêde bibin.