Ferhad Kazimî, 33 salî, kurê Mehmûd, Xalid Deştî, 31 salî, kurê Nûr Mihemed, Ebdulrehîm Rehîmî Goran Abad, 30 salî, kurê Mistefa, Îhsan Sefayîfer, 33 salî, kurê Elî, Mihemed Peyxamî, 55 salî û kurê Xizir û Ferdîn Xoş Xahiş yê 26 salî û kurê Luqman ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî a Şinoyê ve bi serokatiya Ebû Talib Celîlpûr bi giştî bi 18 sal û 6 meh girtîgehê hatine cezadan.
Pêka biryara vê bi nav dadgeha rejîmê Ferhad Kazimî bi 2 sal girtîgeh, Xalid Deştî bi du sal girtîgeh, Ebdulrehîm Rehîmî Goran Abad bi 5 sal û 3 meh girtîgeh, Îhsan Sefayîfer bi 2 sal girtîgeh, Mihemed Pêxamî bi 2 sal girtîgeh û Ferdîn Xoş Xwahiş bi 5 sal û 3 meh girtîgehê hatine cezadan.
Pêka yasaya zêdebûna tawanan a rejîmê, dikarin cezaya herî zêde li ser wan welatiyan de bisepînin.
Ew 5 welatî di meşa serhildana xelkê bajarê Şinoyê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibûne bûnçavkirin û piştî lêkolînê, di taya 1 a dadyariya dadgeha giştî û Înqilab a bajarê Şinoyê û zivirandina dosyeyên wan bi taya 101 a dadgeha Keyferiya 2 ya bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê hatibûne azadkirin.