Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê kompaniyeke Çînê derheq hevkarîkirin bi Spaha Pasdaran ve tehrîm kir

12:23 - 16 Kanûna pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 24`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, Amerîkayê kompaniya berhemanîna kamerayên ewlehî ya "Tiandi Technology" ya Çînê ku teknolojiyên çêkiriyên Amerîkayê bo Spaha Pasdaran a terorsît a rejîma Îranê şandibûn, tehrîm kir.

Her di vê pêwendiyê de, kanala televîzyona “NBC News”a Amerîkayê di raporek xwe de belavkiriye ku, kompaniya “Tiandi Technology”ya kamerayên ewlehiyê, teknolojiya danasîna demûçavên mirovan radestî Spaha Pasdaran kiriye û her bi vê sedemê jî Amerîkayê ev kompanî tehrîm kiriye.

Herwisa Senatorê Komarîxwaz “Marco Rubio” jî, pêşwazî ji vê pêngava “Joe Biden” Serkomarê wî welatî kir û ew wek pêngavek "rast" bi nav kir û got pêngavên pitir jî hewce ne.