Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada, Awustralya û New Zealand ji rejîma Îranê daxwaz kirine ku dawî bi cezayê îdamê bîne

12:25 - 16 Kanûna pêşîn 2022

Wezîretên Derve yên Kanada, Awustralya û New Zealand di daxuyaniyeke hevpar de, tepeserkirina “hovane” ya xwenîşanderên Îranê şermezar kirin û ji rejîma Îranê daxwaz kirine ku demûdest dawî bi cezayê îdamê bîne.

Herwisa wezîrên wan sê welatan di daxuyaniya hevpare de, li derheq reftarên hovane û serkutkarane yên rejîma Îranê yên ku li dijî xelkê xwe bi taybet jin û keçên Îranê pêk tîne nerazîbûna xwe nîşan dan û bona berevanîkirin ji hemû xelkê Îranê di vê derheqê de bertek nîşan dan.

Di berdewamiya daxuyaniya wan sê welatan de hatiye: “Gelên Îranê hêviya xwe ji dest nedane û tevî hemû gefan jî bi wêrekî daxwaza rêzgirtina mafên xwe yên mirovî dikin.”