Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryarnameya Saziya Neteweyên Yekbûyî ya li derheq tundûtîjiyên li Îranê

10:30 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Roja Înê 25`ê Sermawezê, Civata Giştî ya Saziya Navneteweyî, biryarnameya li derheq rewşa mafê mirov li Îranê bi 80 dengên erê, 29 dengên dijî û 65 dengên bêalî pejrand û ji rejîma Îslamiya Îranê daxwazkir ku hemû cure tundûtîjiyên li dijî xwenîşandanên aştiyane dawiyê pê bîne.

Di vê biryarnameya Saziya Neteweyên Yekbûyî de ku ji aliyê welatên Ewropî û Kanadayê hatibû pêşniyarkirin, cezayên îdamê yên li dijî xwenîşanderan, amara bilind ya cezayên îdamê yên li dijî neteweyên kêm yên li Îranê îşare hatiye kirin û wan welatan di vê derheqê nîgeraniya xwe jî nîşan dane.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di heyama sê mehên derbasbûyî de bi sedan kes di serhildana gel de jiyana xwe ji dest dane û piraniya kuştiyên xwenîşandanên vê dawiyê jî, di nav Belûç û Kurdan de bûne.