Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên xelkê serhildêr li dijî rejîma melayan berdewam e

11:25 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 25`ê Sermawezê li bajarên cund yên Rojhilatê Kurditan û Îranê, xelkê bêzar ji rejîmê di çalakiyên cuda de kerib û kîna xwe ji rejîmê nîşandan.

Pêka girte vîdyoyan li bajarê “Tehran”ê hevwelatiyan bi agir êrîş kirine ser Fermandariya taxa “Beharistan”ê.

Li bajarê “Mirev Deşt”ê jî, ciwanên wî bajarî bi navê tohildana xwîna şehîdan êrîş kirine ser navenda melayên cinayetkar.

Herwisa li “Qel`a Hesenxan” a Tehranê, ciwanên azadîxwaz êrîş kirine ser binkeyek besîcên Xamineyî û şewitandin.

Li bajarê “Kirmaşan”ê jî serhildêran, êrîş kirine ser binkeya bikirêgirtiyên rejîmê û şewitandin û ji aliyek din benêr û wêneyên “Qasim Silêmanî” yê terorîst jî şewitandin.

Li bajarê “Selmas”ê xortên şoreşgêr û azadîxwaz êrîşkirine ser navenda Besîcên Xamineyê û alaya rejîmê dagirtin û şewitandin.