Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî: Aliyê kêm canê 26 xwenîşanderên Îranê metirsiya îdamê li ser wan e

11:25 - 17 Kanûna pêşîn 2022

e

Saziya Lêborî a Navneteweyî: Rayedarên Îranê heta niha 2 xwenîşanderên bi navê Muhsên Şikarî û Mecîdreza Rehneward îdam kirine, û vê saziyê darizandina van her du kesan wekî "neîdaletî" û "nimayêşî" bi nav kiriye.

Pêka gotina Saziya Berevankar ya Mafên Mirovan, rayedarên Îranê bi îdamkirina Muhsên Şikarî û Mecîdreza Rehnewerd xwestine ku “tirsekê bixin nava xelkê”, da ku dawî bi xwenîşandanan bînin.

Her di vê pêwendiyê de Saziya Lêborîna Navneteweyî ragihandiye, ji 26 kesên ku bi micidî di bin metirsiya îdamkirina nêz de ne, cezayê îdamê bo 11 kes ji wan hatiye dayîn, di demekê de, 15 kesên din jî bi tohmeta ku li dijî wan sepandine, dibe digel cezayê îdamê rû bi rû bin, lê, dadgehkirina wan yan nehatiye destpêkirin yan jî berdewam e.