Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya endam û alîgirên PDKÎ û xortên şoreşgêr bi hilkefta 26`ê Sermawezê

11:35 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Endam û alîgirên PDKÎ û herwisa xortên şoreşgêr li piraniya gund û bajarên Kurdistanê bi hilkefta roja 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê di peyamên cuda de pîrozbahiya vê rojê ji malbatên serbilind yên şehîdan, girtiyên siyasî û pêşmergên bajar û xebatkarên şoreşa “Jîna”yê kirin.

Di tev wan peyaman de hatiye ku, roja Pêşmergê Kurdistanê, roja rêzgirtin ji xortên can li ser dest û bivêr yên hêza Pêşmergê Kurdistanê ye ku, agirê xebata netewayetiya me bi gur û coşekê ragirtiye.

Herwisa di wan peyaman de hatiye, şoreşa “Jîna”yê çavkaniya vê jîngeha Kurdistan, Kurd , xebat û ramana pêşmergane ye. Êrîşên dironî, û mûşkbaranên rejîmê bo ser binkeyên hêza Pêşmergê Kurdistanê piştrastkerê wê rastiyêne.

Di wan peyaman de hatiye, Kurdistan û Kurd di vê roja mezin de şanaziyê bi hêza Pêşmergê Kurdistanê dike, û em jî di vê roja pîroz de bo carek din peymana wefadariyê digel Pêşmergên Kurdistanê nû dikin û soz didin ku heta gihîştin bi azadî û dadperweriyê hevxebat û hevrêbaz bin.

Di dawiya wan peyaman de carek din roja 26`ê Sermawezê ji hemû aliyekê pîroz kirin û ragihandin ku pîlan û hereketên rejîmê bi hûrî di bin çavedêriya me de ne û her dema ku PDKÎ biriyarê bide em amadene bo her erk û kar û cangorî kirinekê.