Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara şehîd û binçavkiriyên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê

11:44 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta 25`ê Sermawezê, 495 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 68 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 18,450 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 3,913 kesan eşkere bûye.

Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye, heta niha 646 xwandekar di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li 161 bajaran de kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û herwisa li 144 zanîngehan de jî kombûnên nerizayetiyên xwandekaran hatine lidarxistin.