Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helmeta civata cîhanî bo ragirtina îdamê li Îranê

11:56 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Di berdewamiya piştevanîkirin ji xelkê xwenîşander yên Îranê ku ji aliyê rejîma Îranê ve rûbirûyê îdamkirin û tundûtîjiyê bûne, helmeteke cîhanî li dijî kuştin û ev reftarên nemirovane yên rejîmê destpê kiriye, û welatên Ewropî û piraniya berpirsên siyasî yên welatan bitaybet ,Almanya, kefaleta çalakvanên siyasî yên navxweyî Îranê girtine bi stûyê xwe.

Her di vê pêwendiyê de, Saziya Lêborîna Navnetweyî, roja Înê 25`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, di nameyekê de, rû li Xulamhusên Muhsênî Êjeyî,, Berpirsê Dezgeha bi nav Dadweriya rejîma Îranê, li derheq metirsiya îdamkirina 26 girtityên serhildana gelên Îranê, ji vê rejîmê re hişdarî da.

Herwisa vê saziyê ragihandiye ku, ev dadgehên ku xelkê Îranê wir dadgehî dikin, dadgehên sexte ne û piştî vê ku tohmetên şer li dijî xwedê li dijî wan disepînin, wan îdam dikin.

Saziya Lêborîna Navneteweyî di nameyê de, bi mafê takekesî yên gelên Îranê û herwisa mafê azadiya wan xelkê ku nivîsîne, rejîma Îranê bicihê vê ku dengê nerazî yê xelkê xwe bibihîse, hemûyan îdam dike û ev kiryara Komara Îslamiya Îranê di civata cîhanî de nayê pejrandin û dibe li hember vê rejîmê dijkiryar hebe îşare kiriye.