Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina çalakiyên banghêjî li bajarên Bokan û Seqizê

12:04 - 17 Kanûna pêşîn 2022

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Bokan”ê bi hilkefta 26`ê Sermawezê, roja Pêşmerge û alaya Kurdistanê, çalakiyek banghêjî yê berfireh lidar xistin.

Pêka nûçeyên gehiştî bi Navenda Nûçegihaniya PDKÎ, endam û alîgirên dilsoz yên Hizbê li bajarê “Bokan”ê roja 25`ê Sermawezê, çalakiyên berfireh yên banghêjiyê li çiyayê “Hacî Kîmî” cihê pêşmergên salên “46-47” û çiyayê, “Pîre Mihemed, Terez û rêya Nûbihar bo baxiçe û rêya Derwîşan” lidar xistin.

Roja 25`ê Sermawezê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Seqiz”ê bi hilkefta 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê, çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Cihên ku çalakî têde hatine lidarxistin wiha ne: “ Taxa Neşmîlan, taxa Ostad Şîrazî, bilwara Kurdistan, taxa Şaqi`î, şeqama Rûdekî û Hafiz”

Herwisa li bajarên "Mehabad, Pawe, Dîwandere û Bane" yê jî bi hilkefta roja 26ê Sermawezê çalakiyên banghêjiyê hatin lidarxistin.