Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê “Şino” yê bi navê “Behmen Me`rûfî” piştî ku ji aliyê Îtilaata rejîmê ya li bajarê “Şino” hat gazîkirin bi awayekî biguman li mala xwe de canê xwe ji dest da.
“Behmen Me`rûfî” welatiyê xelkê bajarê “Şino”yê ku di meşa şoreşa “Jîna”yê de 5 caran ji aliyê Îtilaata rejîma Îranê ve hatibû gazîkirin û gef jê hatibû xwarin ku di xwenîşandanan de beşdariyê neke û dawî car ku hatibû gazîkirin û jê re ragihandibûn ku tenê wajoyekê bike û bizivire mal.
Navbirî piştî zivirîn bo mal hest bi aciz bûnê kiriye û piştire bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û li wir canê xwe ji dest daye û eva jî bûye sedem û guman hatiye kirin li Îtilaatê derman xwarî kiribin.