Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sonî mesebên Galîkêş a ser bi Azadşehrê daxwaza azadkirina mamosteyên ayînî yên sondî meseb dikin

10:50 - 18 Kanûna pêşîn 2022

Xwenîşanderên Galîkêş a ser bi bajarê Azadşehrê jî duh tevlî rijiyane ser şeqaman û ji Komara Îslamî daxwaz kirin ku mamosyteyên ayînî yên sondî meseb yên bajarên Kurdistanê ku di li hember serkutkariyên rejîmê de nerazîbûna xwe nîşan dane û hatine binçavkirin azad bike.

Mihemed Husên Girgîc li ser rûpela twîttera xwe nivîsiye: Gazî kirina  Mewlana Ebdulxefar Neqişbendî pêşmnêjê Înê yê bajarê Raskê, bo dadgeha taybet a Rohaniyet ya Meşhedê, hêla sor ya ciwanên sonî meseb e.

Li Îranê heta niha tenê li bajarên Sîstan bû Belûçistan û bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyên sonî meseb, meşên nerizayetî yên li dijî serkutkarî û tûndûtîjiyên rejîmê birêve dibirin, niha welatiyên sonî meseb yên bajarên bakurê Îranê jî tevlî vê pêvajoyê dibin û li hember serkutkariyên Komara Îslamî nirazyetî nîşan didin.