Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek li girtîgeha Kerecê hat kuştin

11:04 - 18 Kanûna pêşîn 2022

Roja Şemî 26`ê Sermaweza 1401`an di girtîgeha Kerecê, di navbera hêzên leşkerî yên rejîmê û girtiyên girtîgeha Kerecê de şer û pevçûn derket û di encamê de gitiyek hat kuşt û nêzî 100 girtiyên din jî birindar bûne.

Her di vê pêwendiyê de, Saziya Mafê Mirovî ya Îranê ragihandiye ku, di dema veguhastina girtiyekî bo odeya takekî û bona birêvebirina cezayê îdama wî, girtiyên benda 4 a vê girtîgehê rê ji hundrbûna hêzên leşkerî girtine û siloganên “Mirin bo Xamineyî”, “Neman bo Komara Îslamî” û “Mirin bo dîktator” dane.

Li gorî rapora Hêrana`yê, hêzên leşkerî yên rejîmê yên li girtîgehê ji bo tepeserkirina xwenîşandanê "gulle" ber dane û di encama reftarên tund ên hêzên leşkerî de, di vê pevçûnê de bi dehan girtiyên xwenîşander "birîndar" bûn.

Çavkaniyên mafên mirovan rewşa li girtîgeha Navendî ya Kerecê weke “tengazî” ragihandibûn.

Herwisa hin ji girtiyên xwenîşandanên vê dawiyê li vê girtîgehê tên ragirtin û ev yek bûye cihê nîgeraniya saziyên berevankar yên mafê mirovî.