Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Saziya Mafê Mirovî ya Îranê li derheq îdamkirina 6 girtiyan

11:34 - 18 Kanûna pêşîn 2022

Navenda Mafê Mirovî a Îranê li derheq siyaseta îdamê ya Komara Îslamî hişdarî da û di daxuyaniyekê de ragihand ku bi tundî nîgeranê îdamkirina 6 girtiyan e.

Herwisa vê saziyê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku, 5 ji wan girtiyên bi tohmeta “şer li dijî xwedê” li girtîgeha Urmiyê bo ciheke nediyar hatine veguhestin û yek ji girtiyên siyasî yên girtîgeha Recayîşehr a Kerecê jî, ji benda giştî  bo odeya takekesî hatiye veguhestin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku, 39 girtiyên siyasî jî di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Ji aliyê din ve jî , Saziya Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) roja Înê 16`ê Kanûna Pêşîn (25`ê Sermaweza 1401`an) di daxuyaniyekê de ragihand, piştî dadgehkirinên sexte û "neadilane", herî kêm 26 kes li Îranê di bin metirsiya îdamkirinê de ne, ku girêdayî xwenîşandanên vê dawiyê yên welat in.