Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bo mangirtina seranserî

10:13 - 19 Kanûna pêşîn 2022

Xelkê xebatkar yên Îranê!

Jin, xwandekar, mamoste û kedkarên xelkê Îran û Kurdistan!

Ev heyama sê mehan e ku li ser kuştina zalimane ya “Jîna”(Mehsa)Emînî û destpêkirina şoreşa nû û serhildana cemawerî ya xelkê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî derbas dibe.

Di vê heyamê de, bi sedan kes ji xelkê serhildayî û azadîxwaz li seranserê Îranê şehîd û bi hezaran kes birîndar û bi hezaran kesên din jî, ji aliyê navendên ewlehî ve hatine biçavkirin.

Hevdem di heyama rojên derbasbûyî de, rejîmê bona afirandina tirs û xemgînî û bi mebesta serkutkirina zêdetir a xelkê nerazî û kipkirina serhildanê, aliyê kêm 22 kes ji binçavkiriyên vê dawiyê, cezayê darvekirinê li ser wan de sepandiye û mixabin hejmarek ji wan şoreşvanên binçavkirî jî, bidar vekirine.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi li berçavgirtina bilindbûna nirxan û givaşên aborî yên li ser xelkê û kasibikar û bazariyan, ji hemû xelkê xebatkar yên Îran û Kurdistanê daxwaz dike ku, li dijî siyaseta serkutê ya rejîmê û dawî anîn bi bidarvekirina azadîxwazan û herwisa azadkirina bêşert û merc ya hemû girtiyên siyasî, bitaybet girtiyên vê dawiyê, rojên “29 û 30`ê Sermawezê”, (20 û 21`ê Kanûna Pêşîn) bi hev ra tevlî mangirtina seranserî bibin û carek din bi vê beşdarbûnê, dengê xwe bo herfandina Komara Îslamiya Îranê bigihînin guhê xelkê cîhanê.

Ji hemû çalakvanên siyasî û medenî, partî û saziyên siyasî yên Kurdistan û Îranê û azadîxwaz ên li derveyî welat jî, daxwaza dikin ku bo piştevanîkirina xwe di vê mangirtina seranserî de carek din yekgirtî û yendengiya hemû texên xelkê bin heta herfîna rejîmê bihêz bikin.

Bijî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî,

Biherife Komara Îslamiya Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

27`ê Sermaweza 1401`ana Rojî

19`ê Kanûna  pêşîna 2022`an