Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreş gihîşte girtîgehên Komara Îslamiya Îranê

10:42 - 19 Kanûna pêşîn 2022

Rojek piştî şer û aloziyên li girtîgeha Navendî a Kerecê ku, bû bi sedema kuştina girtiyekî û birîndarbûna zêdeyî 100 girtiyên din, duh li girtîgeha Qa`imşehra ser bi Mazenderanê jî girtiyên wir jî serhildan.

Nûçegihaniya “Mêhr” a ser bi Komara Îslamî li devê Mihemedsadiq Ekberî nivîsiye: “Bi gengeşkirina di navbera hejmarek girtiyên vê girtîgehê, bendeke girtîgehê bo çend demjmêran alozî bû, lê, hêzên ewlehiyê dawî pê anîn.”

Lê, her di vê pêwendiyê de, bikarhînerên torên civakî nivîsîne, piştî ragihandina cezayê îdamê bo yek ji girtiyan, girtiyên vê girtîgehê dest bi şoreşê kirine.

 Herwisa hatiye zanîn jî, qerare ev girtî roja Duşemî 28`ê Sermawezê bê bidar vekirin.