Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkriyek din yê serhildana xelkê Kurdistanê şehîd bû

12:42 - 2 Kanûna pêşîn 2022

Serdar Qadirî, yek ji birîndarên serhildanên xelkê Kurdistanê ya li dijî rejîma Îslamî a Îranê, bi sebeba îşkenceyên hêzên rejîmê, li bajarê Urmiye tevlî karwana nemirên dîrokê bû.

Serdar Qadirî, xelkê bajarê Mehabadê bû ku, di serhildana xelkê Kurdistanê ya li dijî rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Mehabadê bi teqeya rasterast a çekdarên rejîmê birîndar bibû û piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên rejîmê ve bo girtîgehên rejîmê yên li bajarê Urmiye hatibû veguhastin û roja Sêşemî 8`ê Sermawezê, bi sebeba îşkenceyên dirindane yên hêzên rejîmê, canê xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bû.