“Mihemed Hacî Resûlpûr” yek ji binçavkiriyên serhildana gelên Îranê bi sedema lêdan û îşkence kirinê, di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Bokan”ê canê xwe ji dest da.
“Mihemed Hacî Resûlpûr” berê jî girtiyên siyasî bûye, ku di dema berxwedana xelkê bajarê “Bokan”ê de ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bi sedema lêdan û îşkenceyek zêde li girtîgeha navendî a wî bajarî kete haletê bêhişiyê “Koma” û roja Yekşemî 27`ê Sermawezê, bi sedema kûrahiya birînan li nexweşxaneya “Qulîpûr” a bajarê “Bokan”ê canê xwe jidestda û tevlî karwana nemirên şoreşa “Jîna”yê bû.
“Mihemed Hacî Resûlpûr” roja Çarşemî 2`ê Sermawezê, li dukana xwe û ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî lêdan û îşkenceyek zêde û nebaşbûna rewşa tendûristiya wî bi awayekî demkî û bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin, lê, piştî azadkirinê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da û şehîd bû.