“Îdirîs Mênberî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê “Sinê”, roja derbasbûyî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û qedera wî nexuya ye.
Pêka rapora rêkxiravên Mafê Mirovî yên Kurdistanê, “Îdirîs Mênberî” çalakvan û endamê birêveberî yê encûmena “Çandî- Civakî ya Nûjîn” li bajarê “Sinê” ye, roja Yekşemî 27`ê Sermawezê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin û qedera wî nexuya ye.
Herwisa çavkaniyek agehdar ragihandiye ku, kelûpelên kesî yên weke “mobayîl û leptopa” navbirî jî di dema binçavkirina wî de dest bi ser de girtine.