Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belçîkayê ji welatiyên xwe xwest ku demildest Îranê terk bikin

12:56 - 19 Kanûna pêşîn 2022

Hikûmeta Belçîkayê ji ber vê ku li Îranê, biyaniyan û rojnamevan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, tên binçavkirin, ji welatiyên xwe daxwaz kiriye ku ji Îranê derkevin.

Pêka Nûçegihaniya Firansayê, Belçîkayê roja Yekşemî 27`ê Sermaweza 1401`an, di daxuyaniyekê de ragihand ku hemû seredanên Îranê û kesên xwedî hemwelatîbûna dualî  û rojnamevan ku diçin wî welatî, qedexe dikin, û bang li hemwelatiyên Belçîkayê kir ku di zûtirîn dem de Îranê terk bikin, ji ber wê jî metirsiyeke cidî ye li ser wan kesên ku bi her sedemekê seredana Îranê dikin.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye, hemwelatiyekî Îranî yê Belcîkayî û çend welatiyên din ên rojavayî di van demên dawî de ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hatine girtin û heya niha jî di girtîgehên rejîmê de ne û ti rêzek li yasayên mafê bingehîn û ewlehiya kesên hatinî binçavkirin nagire.