Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê tirba şehîd Mihemed Hacî Resûlpûr bi alaya Kurdistanê xemilandin

17:05 - 19 Kanûna pêşîn 2022

Îro Duşemî 28`ê Sermawezê, hejmarek zêde ji xelkê bajarê “Bokan”ê di rêûresima bi axspartina termê şehîd “Mihemed Hacî Resûlpûr” ku bi destê xweînmjên Komara Îslamî di girtîgehê de bi sebeba lêdan û îşkencekirinê hat şehîdkirin, amadebûn û rê nedan ku hêzên mirovkuj yên rejîmê nêzî termê wî bin.

Di rêûresima bi axspartina termê wî şehîdî li goristana gundê “Alîkend” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê de, welatiyan li dijî rejîmê silogan dan û navê şehîd bilind nirxandin û bi hev re silogana “Şehîd namire” dan.

Ji aliyek din ve xelkê nîştimanperwer yên bajarê Bokanê, tirba wî şehîdî bi alaya Kurdistanê, cemedanî, û logoya PDKÎ xemilandin û digel rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nûkirin.