Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar kes ji hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li ser sînorê Seravanê hatin kuştin

17:47 - 19 Kanûna pêşîn 2022

Pêka rapora kempeyna Çalakvanên Belûç, roja Duşemî 28`ê Sermawezê, bi sebeba şer û pevçûna di navbera hêzên Spaha Pasdarana terorîst û hin çekdarên din li devera sînorî ya li “Seravan”ê aliyê kêm 4 kes ji hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin.

Di berdewamiya rapora çalakvanên Belûç de hatiye ku, Spaha Pasdaran bixwe jî ragihandiye ku hêzên tîpa 44 a “Qemer Benî Haşim” digel girûpek çekdar rastî şer û pevçûnê hatiye.

Heta niha ti aliyeke çekdarî ew şer nekişandiye bi sitûyê xwe .