Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rîşî Sûnak: Dibe bihêz rêgirî li piştgirtiya Komara Îslamî bo Rûsyayê bê girtin

10:36 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Serokwezîrê Brîtanya “Rîşî Sûnak” ragihand, ewê dê dosyeya alîkariya leşkerî ya Îranê bigihînin Neteweyên Yekbûyî û rê li hinartina balafirên bêpîlot û çekên Îranê bo Rûsyayê bigirin.

Herwisa “Sunak” di civîna sêyemîn a Gênêvê de got: "Daxwaza Rûsyayê ya yekalî ya agirbestê şaş e û armanca wê ew e ku hêzên xwe ji nû ve birêkxistin bike."

Serokwezîrê Birîtaniyayê wiha berdewam kir,“alîkariyên me yên ji bo Ukraynayê îsal û sala bê derketiye 2,8 milyar dolarî.

Di dawiyê de“Rîşî Sûnak” got: "Divê em li kêmkirina şiyanên leşkerî yên Rûsyayê binêrin, rê li ber seferberkirina Rûsyayê bigirin û rê nedin ku alîkariyên navneteweyî jî bigihin Rûsyayê, û "ez li ser çekên ku Îran dide Rûsyayê difikirim, û divê em bi yek dengî pêşî ji vê alîkariyê bigrin û di Neteweyên Yekbûyî de jî wî karî encam bidin.