Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzgirtina Partiya Demokrat li desteyek ji pêşmergeyên xwedî derbasî

11:01 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 26`ê Sermawezê, salroja Ala û Pêşmergê Kurdistanê, ji desteyek pêşmergeyên ku heyama 20 salan temenê xwe di nav refên pêşmergan û xebatê de derbas kirine, bi dana levhê rêz ji wan girt.

Ev desteya pêşmergeyan, roja 26`ê Sermawezê di rêûresmekê de, ji aliyê “Kawe Behramî”, Berpirsê Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê levheya rêzgirtinê ji wan re hat pêşkêşkirin.

Herwisa di beşek din a vê rêzgirtinê de hatiye ku: “Bi hilkefta 26`ê Sermawezê, salroja Pêşmergê Kurdistanê, hewce dizanin ku tekoşîn û fîdakariyên berdewam yên we ku ev zêdetir li 20 salan e, rêz jê bigirin û spasnameya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkêşî ve dikin”