Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê destpêragihîştin bi hesabên torên civakî yên binçavkiriyan heye

11:16 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Nûçegihaniya “CNN” a Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn: “Komara Îslamiya Îranê destpêregihîştin bi hisabên bikarhênerî yên neraziyan di torên civakî de heye û kompaniya “MTA” mijûlî lêkolînan li derheq çalakiyên hesaba bikarhênerê ya Nîka Şakermî li tora civakiya Instagramê ku piştî wundabûna wê çalak e”.

Herwisa Nûçegihaniya “CNN” belav kiriye ku binçavkireyeka nerazî ku bo parastina ewlehiya wê zêde navê “Nigîn”ê li ser daniye gotiye: “Di dema ku li oda take kesî de di bin lêpêçînê de bûye, zaniye ku karbidestên rejîmê ji mesajên kesîn ên wê yên li tora civakiya Telegram û herwisa mobayl û mesajên wê bo bi tawanbarkirina vê mifahê werdigrin”.

Herwisa wê binçavkiriyê gotiye: “Di heyama binçavkirinê de karbidestên rejîmê hesaba bikarhêneriya wê li tora civakiya Telegramê, dubare çalak kirine da ku kesên pêwendiyê bi wê re bigirin nas bikin”.