Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinên Îranê bitaybet jinên Kurdistanê weke jinên xuya yên salê hatine destnîşankirin

12:52 - 2 Kanûna pêşîn 2022

 Rojnameya "Financial Times" bi mebesta hilbijardina 25 jinên xuya û bandordar yên salê jinên Îranê bitaybet jinên Kurdistanê destnîşan kiriye.

 wê rojnameyê roja Pêncşemî 10`ê Sermawezê di raporekê de bo hilbijardina 25 jinên diyar û bandordar navê jinên Îran û Kurdistanê aniye û weke jinên pir şanazî yên cîhanê binav kiriye ku bo azadî û demokrasiyê şer dikin û canê xwe dikin qurbanî.

Ev heyama 3`ê mehan e ku li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan berdewam in û di wê heyamê de jinan rol û bandorek berçav di vê serhildanê de hebûyê.