Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva derbasbûyî xelk li bajarê Îranê rijiyane ser şrqaman

11:25 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 28`ê Sermmawezê, xelkê serhildêr li bajarên Îranê carek din rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dîktator xwenîşandan lidar xistin û bi dana siloganan, girtina rêyan bi agir, şewitandina wêne û hêmayên rejîmê û herwisa şewitandina navend û binkeyên girêdayî rejîmê li ser şeqaman man.

Li bajarê Tehranê pêka ku di vîdyoyên hatinî belavkirin de xuyaye ku hewelatiyan li çendîn cihên weke “Meydan Înqilab, Metroya Tehranê, şeqama Kaşanî, Êkbetan, Pûnek, Çîtgêr” û çendîn cihên din kombûn û siloganên “ Şeqam tenê rê çareye, Mirin bo Xamineyî” dan, û bi agir çendîn cihên girêdayî rejîmê şewitandin.

Herwisa li bajarê “Reşt”ê hejmarek zêde ji hewelatiyên wî bajarî li ser şeqaman bûn, û tevî dana siloganan li dijî rejîma Îranê û binyata wî rejîmê, bi agir rêyên sereke yên nava bajar girtin û rê nedan ku hêzên rejîmê nêzî wan bin.

Li bajarê “Meşhed”ê jî, xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîma Îranê û rêberên zarok kuj yê wê rejîmê dan.

Li bajarê “Kerec”ê jî, hejmarek zêde ji hevwelatî li ser şeqaman bûn, û li dijî rejîma dagîrker silogan dan û bêzariya xwe ji rejîmê nîşandan.

Herwisa li çendîn bajarên din ciwanên azadîxwaz bi agir binkeyên besîcên Xamineyî, benêr û wêneyên Qasim Silêmaniyê terorîst şewitandin.