Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Divê civaka cîhanî bi hêzek zêdetir li hember rejîmê bisekine

11:27 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê ragihandiye ku, civaka cîhanî bi hevdengî û hêzek zêdetir li hember gefên rejîma Îranê bo ser dever û cîhanê bisekine.

Roja Duşemî 28`ê Sermawezê, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Benny Gantz” di konfiransek rojnamevanî de, tevî îşarekirin bi metirsiya gefên rejîma Îranê bo ser dever û cîhanê, ragihand ku: “Civaka cîhanî divê bi hevdengî li hember gefên rejîmê bisekine û herwisa civaka cîhanî divê li ser rûbirûbûna leşkerî digel vê rejîmê micid be, berî vê ku destê rejîmê bigihîje bi çeka navikî.”