Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê gef ji dukandarên bajarê Merîwanê xwarine

11:41 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Pêka nûçe û zaniyariyên gihîştinî bi navenda Nûçegihaniya PDKÎ, hêzên rejîma Îranê roja Duşemî 28`ê Sermawezê, piştî banghêjiya giştî ya ji aliyê xortên şoreşger yên Îran û bi taybet Kurdistanê bo mangirtin û serhildana seranserî li rojên “28, 29 û 30`ê” Sermawezê, hêzên rejîma Îranê li bajarê “Merîwan”ê givaşek zêde xistine ser dukandar û bazariyan û ji wan re ragihandine ku ger dukanên xwe dabixin tevî ku dê dukanên wan polomp bikin, dê pere jî ji wan bisitînin.

Tevî wan gef xwarinên rejîmê dukandaran guh nedan bi gotinên hêzên rejîmê û dukan û bazarên xwe daxistin û tevlî mangirtinan bûn.