Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonio Guterres: “Berteknîşandanên hikûmeta Îranê li hember nerizayetiyan nayê qebûlkirin”

11:52 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Serokê Giştî yên Saziya Neteweyên Yekbûyî “ Antonio Guterres” di civîna sala 2022`an de got: “Bi ti awayek berteknîşandana hikûmeta Îranê li hember nerizayetiya xelkê û binpêkirina mafê mirovî di wî welatî de nayê qebûlkirin”.

Herwisa navbirî li dawiya vê civînê de, binpêkirina eşkera ya mafê mirov di Îranê de bi tundî şermezar kir.

 “ Antonio Guterres” berî birêveçûna civîna Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî de bona lêkolîna dewreyî ya şêwaza birêveçûna biryarnameya 2231 li derheq Îranê û metirsiya micid a jidestçûna Bercamê, nigeraniya xwe nîşan da û got: “Jinavçûna Bercamê dê karlêkeriyek nerênî li ser aşitî û aramiya dever hebe”.