Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê li Sûriyê binkeyên çekdarên girêdayî Komara Îslamî bombebaran kir

12:15 - 20 Kanûna pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 28`ê Sermaweza 1401`an(19`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), Îsraîlê binkeyên milîşên girêdayî rejîma Îranê yên li derdora Demşqa Sûriyê bombebaran kirin.

Berpirsê Çavdêriya Mafê Mirov li Sûriyê “Ramî Ebdulrahman” ragihand, şev dengê teqînên gelek bihêz hatin bihîstin û baregeh û ceblxaneyên çekan ên milîsên Îranê yên li derdora balafirxaneya Şamê bûne armanc.

Heriwsa pêka çavkaniyên Kanala “Al _ Arabia” jî, ev êrîşên Îsraîlê piştî rûniştina balafireke Îranê li balafirxaneya Şamê ku hilgirê çekan bûye çê bûye.

Di vê êrîşê de, Îsraîlê sîstema berevaniya Îranê ya ku vê dawiyê li derdora vê balafirxaneyê damezrandibû û du baregehên leşkerî yên hêzên Sûriyê ku di vê navçeyên bûn kiriye armanc.