Nûciwanekî Kurd yê xelkê bajarê “Pîranşar”ê yê bi navê “Keywan Qurbanînijad” piştî derbasbûna nêzî 3ê mehan ji binçavkirina wî ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîmê, hîn jî qedera wî nexuyaye.
Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê roja Sêşemî 29`ê Sermawezê, “Keywan Qurbanînijad” temen 15 salî û xelkê bajarê “Pîranşar”ê, 3ê mehan beriya niha ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wî ji ber dest nîne û eva jî bûye cihê nîgeraniya malbata wî.
Malbata wî xortê Kurd di heyama wan 3ê mehan de çendîn carana seredana navendên pêwendîdar kirine, lê, hêzên rejîmê ti bersivekê li derheq qedera kurê wan bi wan nadin.