Roja Duşemî 28`ê Sermaweza 1401`an (19`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), hêzên polîsên ewlehî yên Diyarbekir, bi hinceta belavbûna wêneyên Ala Kurdistanê di medyayên partiyên Kurdî yên weke “Hereketa Azadî, PAK û PSK”ê û hildana Alaya Kurdistanê li teşkîlatên wan yên li Diyarbekir, avêtin ser avahiyên wan û lêgerî kirin.
Her di vê pêwendiyê de her sê partiyên Kurdî yên, “Hereketa Azadî, PAK û PSK”ê di daxuyaniyeke hevpar de, ev kiryara hêzên polîsên ewlhî yên Diyabekir ku li ser daxwaza serdozgerê Cimhûriyetê yê li Diyarbekir û bi îzina dadgeha Sulha Yekem a Diyarbekir, ev kiryar encam dabûn, şermezar kirin.
Herwisa wan sê partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê di beşek li daxuyaniya hevpar de, ev kiryara polîsên ewlehiya Diyarbekir weke, êrîşên li himber nirxa neteweyî, nîştimanî ya gelê Kurdistanê, azadîya xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî dan zanîn û gotin: Em van êrîşan û van biryaran şermezar dikin.
Wan her sê partiyan daxuyaniya hevpar ya xwe wiha dawî pê anîn, belê, Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye û emê her û her hildin, emê serê xwe li himberî ti êrîşekê netewînin