Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rishi Sunak: "Nîgeranê tepisandina hovane" ya xwenîşanderan ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî me

10:30 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 29`ê Sermaweza 1401`an(20`ê Kanûna Pêşîn) Serokwezîrê Birîtaniyayê “Rishi Sunak”, ji parlementoyên wî welatî re got, reftarên hêzên ewlehî yên Komara Îslamî yên li hember xwenîşanderan di heyama çend mehên derbasbûyî de, cihê nifretê bûye.

“Sunak” di berdewamiyê de got:“Bi baweriya min xwenîşandanên ku em li Îranê dibînin, peyameke pir zelal e ku gelê Îranê ji riya ku hikûmeta vî welatî girtiye berahîka xwe dilxweş ninin, û em bi tundî li cem gelê Îranê ne û "Rast bipeyivim, ez reftarên rejîmê bi xwenîşanderan re pir nefret dibînim."